Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend dibistan ava kirin?

15-09-2024
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê hezar û 850 dibistan û baxçeyên zarokan nûjen kirin û 162 dibistan jî ava kirin.

Dibistan û baxçeyên zarokan ên ku hatine nûjenkirin û avakirin ên di dema kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li xwe digirin.

Piraniya avahiyan li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine çêkirin ku 62 avahî ne.

Her wiha 50 avahî ji aliyê xêrxwazan ve, 26 avahî bi rêya veberhênanê û 24 avahî jî ji aliyê rêxistinan ve hatine avakirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê, li Herêma Kurdistanê 25ê Îlonê sala nû ya xwendinê dest pê dike.

Bi avahiyên nû û zêdekirina polan, îsal li gorî par cihê 100 hezar xwendekarî zêdetir hatine amadekirin.

Li Herêma Kurdistanê sala xwendinê ya 2023-2024an 13ê Îlona 2023yan dest pê kiribû.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê, sala xwendinê ya borî milyonek û 633 hezar û 125 xwendekaran hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst