Leşkerekî ku li Zap-Avaşînê birîndar bûbû mir

11-08-2023
Nîşan Operasyona Pence-Kilîdê Leşker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku leşkerekî wan ê birîndar miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, ev leşker 21ê Tîrmehê di “Operasyona Pence-Kilîdê” de birîndar bûbû.

Wezaretê da zanîn ku navê leşkerê ku miriye Ege Suleyman Gorece ye û ew xelkê parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê ye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, doh jî kuştina 6 leşkerên xwe ragihandibû.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê roja 17ê Nîsana 2022an li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên nav axa başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

“Operasyona Pence-Kilîdê” deverên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Ji wê demê ve li wan deverên şerê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst