Li Herêma Kurdistanê zehmetiya zarokên karker ên Rojava

11-06-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Zarokên Karker Roja Dijî Karkirina Zarokan a Cîhanî Herêma Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe 12ê Hezîranê, Roja Dijî Karkirina Zarokan a Cîhanî ye. Bûyerên di 10 salên derbasbûyî de li Kurdistanê qewimîn bandoreke mezin li ser zarokan çêkirine. Zarokên ji Rojavayê Kurdistinê ku ji ber şerê DAIŞê û êrişên Tirkiyê koçberî Herêma Kurdistanê bûne, ji bo debara malbatên xwe neçar dimînin kar bikin.

Zarokê penaber ê ji Rojavayê Kurdistanê Delîlê 13 salî ev 2 sal in ji zaroktiya xwe dûr ketiye, rojane 12 heta 13 demjimêran weku şagirt di nava pîşesaziyê de kar dike.

Di dema êrîşa DAIŞ li ser bajarê wî kobanê, li gel malabta xwe koçberî Hewlêrê bû. Niha jî weku kesekê temen mezin alîkariya bavê xwe dike, ji bo birêvebirina jiyana wan.

Zarokê penaber ê ji Rojavayê Kurdistanê Delîl got “Niha ev du sal in ez li vê derê me ji bo fêrbûnê. Birayê min û bavê min jî dişixulin. Birayê min li vir e, bavê min jî dartraştiyê dike. Ez heftê 50 hezar dînar werdigri. Ez di demjimêr 6 an 6 û nîvê serê sibê têm, eger şixul tinebe 6 – 7an de diçin. Eger şixul hebe em 7 - 8 êvarê de diçin.”

Bi dûratiya 25 deqeyan ji kampa Kewrgosk li sînorê Hewlêrê, Noraya 12 salî jî li şûna bi lîstkan bilîzê, kar dike. Di bin tava havînê de, Nora li gel dayika xwe bi destên xwe yên biçûk beramberî 15 hezar dînaran kar dike.

Nora nû pola 5ê ya amadehiyê temam kiriye û yekem a pola xwe bû. Niha jî dixwaze bibe alîkar li gel bavê xwe.

Zaroka penaber Nora diyar kir “Rewşa ne gelek xweşe. Bavê min roja wî 10 an 25 hezar Dînar e.”

Heftiyeke Nora li gel dayika xwe diçe kar, tevî nerazîbûna mam Faxir ji karê Nora re, lê ew weku alîkarî ji wan re dibîne.

Xwedanê kar Faxir Mihmed dibêje “Ew ameleyê ku tê vir, zikê min pê naşewite? Tiştek ji destê min nayê, bê guman ez jî dixwazim ew a biçûk neyê lê ya mezin were. Îşê wê baştir e ji ya din lê ez telefon dikim ew a mezin vê tîne.”

Li gor amarên Save the Children 42% ji penaberên Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê dimînin zarok in û sedema ku zarok kar dikin bi hejariyê ve tê girêdan.

Rêveberê Ofîsa Dihokê ya rêxistina Parastina Zarokan Hewar Îsmaîl Mistefa “Em li dijî vî tiştî ne. Eger me dît haletên wisa hebin, em hwl didin xwe bigihînin dê û bavên wan û hewl didin ku ev zarok şixul ji dibistanên xwe veneqetin.”

Nora û Delîl şerê deverên wan ew neçar kirine ku ew niha ji temenên xwe mezintir bin.

Li gor rêxistina UNICEF, ji koma 166 milyon zarokan li Rojhilata Navîn, nêzîkî 66 milyon zarok ji ber şer, alozî û têkçûna rewşa abûrî ya deverên wan kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst