Cîhanê biryara Nêçirvan Barzanî ya hilbijartinan bi dilxweşî pêşwazî kir

04-08-2023
Nîşan Hilbijartin Herêma Kurdistanê Cîhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Cîhanê, biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya diyarkirina roja hilbijartinan bi dilxweşî pêşwazî kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, doh ragihand ku dê hilbijartinên Herêma Kurdistanê 25ê Sibata 2024an bêne kirin.

Diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ji aliyên gelek rayedarên welatên cîhanê ve bi dilxweşî hate pêşwazîkirin.

Holenda

Konsulxaneya Giştî ya Holendayê yaHewlêrê di Twittera xwe de ragihand ku biryara Nêçîrvan Barzanî girîng e û got:

“Em bi piştgiriyê didine hilbijartinên azad, dadperwer û berfireh daku xelkê Herêma Kurdistanê karibe mafê xwe yê dengdanê bi kar bîne.”

Yekîtiya Ewropayê

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Ville Varjola, amaje pê kir ku wî bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtineke “bêhempa” kiriye û anî ziman:

“Min diyarkirina roja hilbijartinan bi dilxeşî pêşwazî kir. Ji bo ku bi ser bikevin divê êdî hemû partî hevkariyê bikin.”

Amerîka

Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowskiyê jî amaje pê kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo roja hilbijartinan 25ê Sibata 2024an diyar kiriye û got:

“Ji bo her demokrasiyeke bihêz, hilbijartinên azad, adil û di wextê xwe de girîng in.”

Brîtanya

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya Hewlêrê Rosy Caveyê jî bang kir ku divê hilbijartin êdî neyêne taloqkirin û pê de çû:

“Em bang li hemû aliyan dikin ku bi awayekî avaker beşdarî pêvajoyê bibin. Herwiha divê rayedarên pêwendîdar erkê xwe bi cih bînin. Ji bo xelkê Herêma Kurdistana Iraqê beşdarî pêvajoya demokrasiyê bibe û mafê xwe yê dengdanê bi kar bîne ev derfeteke girîng e.”

Almanya

Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya Hewlêrê jî ji bo diyarkirina roja hilbijartinan dilxweşiya xwe anî zimên û got:

“Em hemû aliyan teşwîq dikin ku bi awayekî avaker beşdarî pêvojoya hilbijartinan bibin û hewl bidin ku hilbijartin di dema xwe de bi awayekî azad, adil û berfireh bêne encamdan.”

Îtalya

Balyozxaneya Îtalyaya ya Iraqê jî amaje bi girîngiya demokrasiyê kir û ragihand:

“Mafê dengdanê stûna demokrasiyê ye û ji bo gelê Kurd dengê xwe bide bihîstin şansekî bêhempa.”

Fransa

Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Rodolphe Richard ragihand ku ev biryara Nêçîrvan Barzanî gaveke girîng ê îfade kir:

“Ji bo ku pêvajoya hilbijartinê li gorî pîvanên navneteweyî be girîng e ku hemû desthilatdarî û aliyên siyasî bi hev re bixebitin.”

Kanada

Balyozê Kanadayê yê Îraqê Gregory Galligan jî da zanîn ku welatê wî ji ber vê biryarê kêfxweş e û ragihand:

“Em ji hemû alî û desthilatdaran dixwazin ku piştgiriyê bidine pêvajoya hilbijartinên şefaf, azad û dadperwer û ji bo vê yekê hewl bibin.”

Ofîsa Amerîkayê ya Karûbarên Rojhilata Nêzîk jî, ji bo ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistana 25ê Sibata 2024an bêne lidarxistin razîbûna xwe nîşan da û got:

“Hilbijartinên birêkûpêk, azad û dadperwer meşrûiyetê didin hukûmetan. Herwiha wî mafî didin welatiyan ku biryarê bidin bê dê kî wan di hikûmetê de temsîl bike û çawa temsîl bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst