DUHOK – Ajeldar ji neçarî şîrê pezên xwe dirijînin

11-04-2020
Huner Reşîd
Husên Bircêl daxwaz ji hikûmetê dike bo ku çareyek ji wan re bê peydakirin
Husên Bircêl daxwaz ji hikûmetê dike bo ku çareyek ji wan re bê peydakirin
Nîşan Duhok Herêma Kurdistanê Qedexeya Hatinûçûnç Pez Ajeldar
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê ji ber qedexeya hatinûçûnê, bi hezaran ajeldar rastî ziyaneke mezin hatine. Li bajarê Duhokê jî hemwelatî nikarin şîr ji bo bazar û kompaniyan veguhêzin û ji ber wê yekê beşek ji wan ji neçarî şîrê pezên xwe rijandin.

Ajeldarê bi navê Husên Bircêl ku malbata wî ev 110 sal e karê ajeldariyê dike û debara 18 malbatan li ser xwedîkirina zêdetirî 7 hezar serî pez e, dibêje, ew şîr didoşin lêbelê ji ber ku qedexe hatiye danîn, ti rê li ber wan nemane.

Husên Bircêl daxwaz ji hikûmetê dike bo ku çareyek ji wan re bê peydakirin û dibêje, “Berhema me vê mehê ye, eger ev meh ji dest me biçe, 11 mehên din em bi qasî vê mehê sûd ji pez wernagirin.”

Îmad Îsmaîl ku rêveberê kargeheke mast e li Duhokê dibêje, ji ber ku şîr bi wan nagihije, rojane 2 ta 2 milyon û nîv dînar zirar dikin.

Jûra Rûbirûbûna Koronayê li Duhokê jî biryar daye ku her roj di navbera demjimêr 05.00-14.00, xwediyên pez dikarin hatinûçûnê bikin.

Lêbelê ajeldar dibêjin, ev mawe pirsgirêka wan çareser nake, ji ber ku jibilî danê sibê, êvarî jî pez didoşin û eger wî şîrî di heman rojê de nefiroşin, heta roja din xirab dibe.

Li gor amaran li parêzgeha Duhokê, zêdetirî 1 milyon û 400 hezar pez û bizin hene û rojane 3 hezar û 600 kîlo şîr berhem tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst