Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dê xebat û têkoşîna xwe bidomîne

11-03-2024
Nîşan Serok Barzanî Rêkeftina 11ê Adarê Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Serok Barzanî ragihand, “Gelê Kurdistanê dê di rêya doza xwe ya rewa de xebat û têkoşîna xwe bidomîne.”

Serok Barzanî bi boneya salvegera Rêkeftina 11ê Adarê peyamek weşand.

Îro salvegera 54an a Rêkeftina 11ê Adarê ye ku Hikûmeta Îraqê bi wê rêkeftinê re bi awayê fermî hinek mafên gelê Kurd nas kirin.

Serok Barzanî da zanîn ku Rêkeftina 11ê Adarê ya bi pêşengiya Barzaniyê Nemir berhema xebat û berdêlên Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû.

Serok Barzanî amaje pê da ku gelê Kurdistanê xebateke xurt kiriye û hikûmeta wê demê ya Îraqê neçarî rêkeftinê kiriye.

“Gelê Kurdistanê dê xebat û têkoşîna xwe bidomîne”

Serok Barzanî diyar kir ku dê xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê berdewam bike û got:

“Em di salvegera 54an a Rêkeftina 11ê Adarê de balê dikişînin ser peyama aştîxwazî û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê.

Em ducare dikin ku gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe qurbaniyên bêhejmar dane û dê di rêya doza xwe ya rewa de xebat û têkoşîna xwe bidomîne.”

Rêkeftina 11ê Adarê

Îro di ser Rêkeftina 11ê Adara 1970yî re 54 sal derbas dibin ku di navbera hikûmeta wê demê ya Îraqê û rêberê Şoreşa Îlonê ya Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin.

Rêkeftina 11ê Adarê di navbera Barzaniyê Nemir û Serokkomarê wê demê yê Îraqê Ehmed Hesen Bekrî de hatibû îmzekirin.

Li gorî wê rêkeftinê, Hikûmeta Îraqê bi awayê fermî hinek ji mafên gelê Kurd qebûl kirin.

Herwiha biryar hat dayîn ku heta sala 1977an hejmartina nifûsê were kirin û bi şertê ku Kurd beşdarî Hikûmeta Îraqê bibin li Başûrê Kurdistanê otonomî bê ragihandin.

Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir ku Başûrê Kurdistanê bêyî Kerkûkê bibe herêmeke otonom.

Hikûmeta Îraqê piştî vê yekê sala 1974an bi serê xwe biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetandin.

Hikûmeta Îraqê piştî vê jî plan û komployên xwe yên li dijî gelê Kurd nesekinandin û sala 1975an bi Îranê re Peymana Cezayirê îmze kir.

Li gorî wê peymanê bi şertê ku Tehran piştgiriyê nede şoreşa Kurdan, Bexda razî bû ku careke din sînorê navbera Îraq û Îranê bê diyarkirin.

Bi vî awayî jî Rêkeftina 11ê Adarê bi dawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst