Hewlêr (Rûdaw) - Li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Li Dadgeha 5emîna Cezayê Giran a Amedê, pêvajoya dadgehê ya li dijî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan dest pê kir.
Abdullah Zeydan beşdarî dozê nebû û bi îdiaya "alîkarîya rêxistinê" hat darizandin.
Piştî ku Parêzerê dozê Mahsunî Karaman ji dozê vekişiya, Mehmet Emîn Aktar li şûna wî bû parêzerê dozê.
Parêzerê Abdullah Zeydan, Mehmet Emîn Aktar ji Rûdawê re got:
“Dadgeha 5emîn Cezayê Giran a Amedê, bi hinceta `alîkariya rêxistinê` 3 sal 9 meh ceza da Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan.”
Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku ji ber ku Abdullah Zeydan di çarçoveya heman biryara ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin 5 sal û 2 mehan di girtîgehê de mabû careke din nakeve girtîgehê.
Aktar li ser egera ku qeyûm li ser Şaredariya Wanê were danîn jî got:
“Qeyûm ne kiryareke yasayî ye û li gor yasayê nikarin qeyûm deynin ser Şaredariya Wanê.
Lê ji ber ku qeyûm biryareke siyasî ye, ez nikarim derbarê wê yekê tiştekî bibêjim.”
Çi bûbû?
Abdullah Zeydan dema parlamenterê HDPyê bû parêzbendiya wî hat rakirin û 4ê Çiriya Paşîn a 2016an li gel Selahattin Demîrtaş û hinek parlamenterên din hat girtin.
Derbarê Zeydan bi hinceta “alîkariya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 2 dozên cuda hatin vekirin.
Doza “alîkariya rêxistinê” bi hinceta ku sala 2015ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê beşdarî çalakiya “mertalê zindî” bûye û ketiye “herêma qedexe” hatibû vekirin.
Doza din jî bi hinceta gotinên “PKKyê dê we di tifa xwe de bixeniqîne” hatibû vekirin.
5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi hinceta ku “ketiye herêma qedexe” û “alîkariya rêxistinê” kiriye 5 sal ceza û bi hinceta gotinên “PKK dê we di tifa xwe de bixeniqîne” 3 sal û mehek û 15 roj ceza lê birîbû.
Dadgeha Bilind 26ê Gulana 2021ê cezaya 3 sal û mehek û 15 roj erê kir.
Lê cezeya 5 salan bi hinceta “alîkariya rêxistinê” hat betalkirin.
Dadgeha Bilind bi hinceta ku nehatiye tesbîtkirin û keşif nehatiye kirin ka Abdullah Zeydan çûye nav “herêma qedexe” yan neçûye, biryara Dadgeha Amedê betal kir û daxwaza dubare darizandinê kir.
Abdullah Zeydan di çarçoveya her du cezayan de ku 8 sal û mehek û 15 roj bûn, bi tevahî 5 sal û 2 mehan di girtîgehê de ma û 6ê Kanûna Paşîn a 2022yan hat berdan.
Piştî biryara Dadgeha Bilind, ji bo tesbîtkirina çûna nav “herêma qedexe” keşif hat kirin û hat tesbîtkirin ku Zeydan 13,6 kîlometreyan dûrî “herêma qedexe” bûye û neketiye “herêma qedexe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse