Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan derbarê cezayê girtîgehê yê li wî hatiye birîn got, “Ev biryareke siyasî ye û ti hukmê wê nîne.”
Îro li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê, rûniştina doza Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat lidarxistin.
Abdullah Zeydan beşdarî dozê nebû û bi îdiaya "alîkarîya rêxistinê" hat darizandin.
Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Zeydan birî.
“Ev biryareke siyasî ye”
Zeydan, têkildarî cezayê li wî hatiye birin ji MAyê re axivî û got:
“Kesên ku 31ê Adarê nekarîn gelê Wanê bi rêyên demokratîk têk bibin, bi rêya kumpasên darazê, bi xefikên darazê careke din îradeya xelkê Wanê xesp dikin.
Ji bo me ti hukmê vê biryarê nîne û biryareke siyasî ye.
Îfadeyên leşkeran û rapora pisporan jî me mafdar derdixe lê biryareke siyasî hatiye dayîn.
Ev biryar, li ser fermanê hat dayin. Ev biryar, hewldana xespkirina îradeya milyonek û 200 hezar şêniyên Wanê ye.
Li dijî vê em dê heta dawiyê demokrasî, edalet û îradeya gel biparêzin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse