Hevserokên DEM Partiyê: Xeberê bidin, em we bibin ser sindoqan

18-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Hilbijartinên Şaredariyan Tuncer Bakirhan Tulay Hatîmogullari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari bangî dengdêran kir û gotin, “Eger tu ji cihê ku deng lê didî dûr bî li me bigere û em te bibin ser sindoqan.”

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an kêmî meh û nîvek maye.

Lê tomara dengê beşeke zêde ya dengderên ku di hilbijartinan de mafê wan ê dengdanê heye, ne li wan cihan e ku lê niştecih in. Wate an li bajarekî din an jî li navçeyeke din in.

Hevserokên DEM Partiyê ji bo ku dengderên di vê rewşê de roja 31ê Adarê biçin ser sindoqan kampanyayek da destpêkirin.

Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari di vîdeoyekê de ku li ser hesabê medyaya civakî ya DEM Partiyê hatiye belev kirin,

Hevserokên DEM Partiyê bangî dengderên ku dengê wan ne li cihên wan ên niştecihbûnê ne kir ku eger ew bi xwe nikaribin biçin dengdanê bila bi rêya telefonê pêwendiyê bi rêxistinên wan re bikin û ew dê 31ê Adarê wan dengderan bibin cihê ku dengê xwe lê bidin.

Bakirhan û Hatîmogullari vîdeoyeke bi sernivîsa "Ji bo rizgarbûna ji qeyûman û çeteyên rantê her dengek bi nirx e. Eger tu ji wî cihê ku deng lê didî dûr bî li me bigere û em te bibin ser sindoqê” belav kir.

“Herin bajarên ku hûn deng lê didin”

Hevserokên DEM Partiyê wiha bang kirin:

“Tikaye herin wan bajarên hûn dengê xwe lê didin. Desthilata AKPê bi veguhastina dengderên xeyalî difikire ku dê qezenc bike.

Ji bo siberoja me û bajar, ciwan, hêvî û demokrasiya me tikaye herin rêxistinên me yên bajar û navçeyan ên nêzîkî we û nave xwe binivîsîn.

Roja hilbijartinê werin navçeya xwe ya hilbijartinê û dengê xwe bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst