Erdogan dê îro li Amed û Rihayê be

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Recep Tayyîp Erdogan Riha Kongre AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro beşdarî kongreyên partiya xwe yên li Amed û Rihayê bibe.

Erdogan dê li Salonê Werzişê ya Seyrantepeyê beşdarî Kongreya 8emîn a Asayî ya AK Partiyê ya Amedê û li Salonê Werzişê ya 11ê Nîsanê jî beşdarî Kongreya 8emîn a Asayî ya AK Partiyê ya Rihayê bibe.

Tê gotin ku Erdogan dê di serdana xwe ya îro ya Riha û Amedê de li ser “pêvajoya nû” peyamên girîng bide.

Erdogan dê berê beşdarî Kongreya AK Partiyê ya Amedê bibe.

Paşê jî Erdogan dê biçe Rihayê û dê li wir beşdarî Kongreya AK Partiyê ya li Salonê Werzişê ya 11ê Nîsanê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst