Li Selahedînê qezaya trafîkê: 3 kes mirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şirgat Selahedîn Bexda Dihok Şêxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Şirgatê ya parêzgeha Selahedînê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin.

Hat zanîn ku 2 kes jê xelkê navçeya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê ne.

Bavê yek ji qurbaniyan Zeyd Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku doh êvarê saet 09:00ê bavê wî û 2 kesên din di qezaya trafîkê de mirine.

Li gorî gotina Zeyd Ebdulrehman, bavê wî tevî sê kesên din çûbûn Bexdayê da ku Tekiya Şêx Ebdulqadirê Geylanî ziyaret bikin.

Dema vegerê li navçeya Şirgatê tekerê otomobîla wan teqiyaye û wergeriyaye, sê kes ji wan mirine û kesek jî birîndar bûye.  

Nasnameyên kesên ku mirine wiha ne: Ebdulrehman Ehmed 69 salî, Xelîfe Şakir 50-60 salî ku her du jî xelkê navçeya Şêxanê ne û yê din jî navê wî Muhsîn e û xelkê Mûsilê ye.

Zeyd Ebdulrehman eşkere kir ku cenazeyên her sê kesan şandine Bijîşkiya Dadî yaTikrîtê û malbatên wan ji bo wergirtina termên wan li benda bi dawîbûna karên fermî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst