Ahmet Turk: Destkeftên Kurdan dibin armanc

11-01-2020
Nîşan Ahmet Turk Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê nerê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku di serdemeke wiha de dijîn ku destkeftên Kurdan dibin armanc û got: “Em rûbirûyê rewşeke wiha bûne ku bi tevahî dixwazin destkeftên Kurdan ji nav bibin.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku ji kar hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat danîn, di Hevdîtina Rêveberiyên Xwecihê yên Demokratîk de axifî ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan ‎‎(HDP) ve li Êlihê hat sazkirin.

Ahmet Turk da zanîn ku di demeke wiha de dijîn destkeftên Kurdan dibin armanc û got: “Ez wek kesekî ku bi salan e di nav siyasetê de cîh digirim, polîtîkayên zilmê yên dewletê baş dizanim. Bawer bikin, me ‎‎12 Îlonê û salên 1994an dîtin. Lê ti wextekî min nedît wek niha bên bi ser Kurdan de. Em rûbirûyê rewşekê bûne ku bi tevahî dixwazin destkeftên Kurdan ji nav bibin.”

Ahmet Turk da zanîn ku eger rêveberiyên xwecihê nebin ne mimkun e behsa demokrasiyê were kirin û got: “Em di hemû şert û mercan de li ser siyaseta demikratîk pêdagir in.” Herwiha diyar kir ku ji xeynî şaredariyên qeyûm bo wan hatine danîn, serokên şaredariyan ên li ser kar jî di bin wesayetê de ne.

Ahmet Turk got: “Dema li derveyî fermanên qeymeqam û walî tiştek kir, dîsan rûbirûyê zehmetiyan dibe. Bi giştî rêveberiyên xwecihî bi guşara dewlet û hikûmetê jikar ketine. Divê em hemû şaredariyên xwe yên qeyûm bo wan hatine danîn û yên din jî bixin rojeva cîhanê. Partiya me di vê pêvajoyê de pêwîst e ligel gel bibe yek û siyaseteke wiha û serbixwe peyrew bike û bimeşîne.”

Ahmet Turk siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya derbarê Lîbya û Sûriyê de jî rexne kir û got: “Hun dibêjin bila hêzên biyanî vekişin, li Efrînê çi karê we heye? Li Serê Kaniyê çi karê we heye? Li Hewlêr û Silêmaniyê çi karê we heye? Li Girê Spî çi karê we heye? Li vê derê erkê me ne tenê peyamê bidin gelê Kurd. Karê me peyamê bidin hemû gelên Tirkiyê, siyaseta razîkirinê bînin rojevê û pêwîst e li ser vê siyasetê polîtîkayê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst