Li Meletiyê pevçûn: 10 birîndar

10-11-2023
Nîşan Meletî Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Meletiya Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du grûpan de pevçûn çêbû.

Di vê pevçûnê de ji her du aliyan de 10 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li Taxa Kulturê ya Meletiya Kevin, du alî ji ber pirsgirêka deynan pev çûn.

Her du aliyan bi dest û lepan li hev da û wan bi demançe û çekên lûledirêj êrişî hev kir.

Di encama pevçûnê de 8 kes bi guleyan û 2 kes bi lêdanê birîndar bûn.

Herwiha gule li otomobîl û xaniyên her du aliyan ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndarên bi navên A.Y, K.B, S.Y, N.Î, B.Î, M.Ş, Ş.B, M.B, O.B. û M.Î veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Gumanbarê bi navê O.B. ku ji cihê bûyerê reviyabû li gel demançe û çekeke lûledirêj hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst