Foruma MERIyê - Ji artêş û çekdarên biyanî hat xwestin ku ji Mûsil û Şengalê vekişin

10-10-2023
RÛDAW
Foruma MERIyê / Wêne: Rûdaw
Foruma MERIyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Foruma MERI MERI Hewlêr Şengal Mûsil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di panela yekem a  Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) de hat xwestin hêzên artêşê û hêzên biyanî ji Şengal û Mûsilê derbikevin.

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Gelek nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar, çalakvan û rojnamegerên ji Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî MERIyê dibin.

Di forumê de babetên wekî “Îraq ji bo her kesî”, “Îraq û cîranên wê”, Di hevkêşeya herêmî û cîhanî de Îraq û Herêma Kurdistanê” û “Hevkariya Navneteweyî ji bo avakirina dewletê li Îraqê” tên nirxandin û gotûbêjkirin.

Di panela yekem a forûmê de bi sernavê "Pêwîstî, daxwaz û helwesta gel a li hemberî rêveberiyê" rewşa Mûsil û Şingalê hat gotûbêjkirin.

Di panela yekem de Parêzgarê Mûsilê Necim Cibûrî, ji Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê Usame El-Gharizî, Metranê Keldanî yê Mûsil û Akrê Necîb Mîxaîl û Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Zêdan Xelef beşdar bûn.

Moderatora panelê Lêkolera Enstîtuya Komarî ya Navdewletî Jessica Findley bû.

Parêzgarê Mûsilê Necim Cibûrî diyar kir ku wan girîngî daye pêvajoya avedankirinê li deşta Neynewa lê rewş li Şingalê cuda ye.

 

“Li Şengalê hevrikiyeke navdewletî heye”

Necim Cibûrî da zanîn ku ku niha hevrikiyeke navdewletî li devera Şingalê heye.

Cibûrî diyar kir ku wan di nava sê salan de me hemû pirên Mûsilê çêkirin û got, “11 pir bûn û me sê pirên din jî zêde kirin. Ev jî li gorî kesên pispor ne karekî kêm e.”

Cibûrî amaje bi wê yekê jî kir ku divê asayişa Mûsilê radestî polîsan xwest ku artêş û hêzên leşkerî ji bajêr derkevin.

Cibûrî bal kişand ser rewşa Şengalê û bi bîr xist ku peymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji sala 2021an ve hatiye îmzekirin hîn jî bi cih nehatiye û got:

“Rewşa Şengalê taybet e û hevrikiyeke navdewletî li ser heye. Gefa herî mezin a ewlehiyê li Şingalê heye. Hûn dizanin ku herdem grûpên çekdar ên nav Şingalê dibin armanc. Li Mûsilê Kurd û heta Xirîstiyan bûne du parçe.”

Cibûrî bi bîr xist ku hemû saziyên rêvebirinê ji aliyê DAIŞê hatibûn wêrankirin û wiha pê de çû:

“Me giringiyeke zêd daye Deşta Neynewa û em şanaz in ku Hemdaniye bajarê herî xweşike li Îraqê. Herwiha Başîqe û Elqûş û navçeyên me hemû wisa ne.”

“Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê komîteyek hatiye avakirin”

Zêdan Xelef: Bexda û Hewlêr li ser destnîşankirina qeymeqamê Şingalê lihev kirine

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Mafên Mirovan Zêdan Xelef jî derbarê hebûna çekdarên biyanî yên li Şingalê got:

“Komîteyek bi serokatiya Wezîrê Karên Derve hatiye pêk anîn û danûstandin bi Tirkiyeyê re di vî warî de hatine kirin.”

Zêdan Xelef herwiha da zanîn ku di qonaxa bê de dê pêngavên berbiçav bêne avêtin û got:

“Bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî ji bo destnîşankirina qeymeqamê Şengalê rêkeftinek hatiye îmzekirin.”

Xelef herwiha got, "Me ji bo xizmet û mûçeyê hezar 141 Êzidiyên ji destê DAIŞê rizgar bûne gelek xebat kirine.

“Divê hêzên biyanî bêne derxistin”

Xelef da zanîn ku ew li ser Rêkeftina Şengalê dixebitin û got:

“Rêkeftin ji sê beşan pêk tê: Ewlehî, Karûbarên Rêveberî û Projeyên Pêşketinê. Di xala 8an a pêşnûmeyê de tê gotin ku  nabe Îraq bibe cihê komên çekdar ên biyanî.

Divê komên çekdar ên biyanî yên li Şengalê bên dersînorkirin. Qasim El-Aracî di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re dixebite.”

"Deşta Nînoweyê amadeye biteqe"

Metranê Keldanî yê Mûsil û Akrê Necîb Mîxaîl Mûsa diyar kir hin kom hewl didin têkçûnên li bajêr veşêrin û ji bo vê yekê "serî li rêbazên nemirovane didin".

Necîb Mîxaîl Mûsa destnîşan kir ku Deşta Nînoweyê amade ye biteqe û got, "Eger em hewl bidin hevûdu tine bikin, em hemû dê  zerermend bibin.”

Mûsa bal kişand ser pirsgirêkên Xiristiyanan û got, "Xiristiyanên li Kurdistanê dijîn dixwazin tevahiya Îraqê wekî Hewlêrê be."

Debarê şewata li Hemdaniyê de jî Mûsa got, “Ne tenê şewat herwiha madeyên jehrî jî bûn sedema mirina mirovan. Herwiha li hola dawetê amûrên agirvemirandinê nebûn.”

Bi gotina Necîb Mîxaîl Mûsa lêpirsîna destpêkê ya şewata Hemdaniyê bi lez û bez pêk hat, ev jî îhtîmala ku hin rastiyan hatine veşartin zêde dike.

Foruma MERIyê

Foruma MERIyê

Di du rojên Foruma MERIyê de 14 panel tên lidarxistin. Forumê îro saet 09:00an dest pê kir û sibe bidawî dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed, Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ji Herêma Kurdistanê başdarî forumê dibin.

Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraq Emar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer, Şewirmandên Serokwezîrê Îraqê Zeydan Xelef û Felah Amirî, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Qasim Eracî û Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî jî ji Îraqê beşdarî MERIyê dibin.

Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiana Homann, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen, Balyozê Holendayê yê Îraqê Hans Sandee, Alîkarê Serokê UNAMIyê Claudio Cordone hinek ji beşdarên forumê ne.

Herwiha dê ji qada navdewletî jî nêzîkî 60 kesî beşdarî forumê (korbend) bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst