Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan HPG Nasname Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li Heftanînê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Dilovan Sîpan û Bager Çiya 17ê Îlona 2019an û Navdar Firat jî 7ê Tîrmeha 20219an li Heftanînê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, her sê gerîla jî li herêma Heftînanê ya Başûrê Kurdistanê di şer û pevçûnên bi hêzên Tirkiyeyê re de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Navdar Firat: Navê wî yê fermî Muhammed Canbey e û ew jî Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Dilovan Sîpan: Navê wî yê fermî Mehmet Sadik Babat e û ew li Sêrtê ji dayîk bûye lê bi eslê xwe ji Şirnexê ye.

Bager Çiya: Navê wî yê fermî Devrîm Yildirim e û ew jî Wana Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Dilovan Sîpan sala 2012an û Bager Çiya jî 2017an tevlî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst