Li Til Temirê 20 dibistan ji ber topbaranan wêran bûne

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan Til Temir Hesekê Dibistan Êriş Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Til Temirê yê parêzgeha Hesekê di encama êrîş û topbaranên Tirkiyeyê de çend dibistan wêran bûne.

Berpirsê Dibistanên Til Temirê Xidir Ilêwî ragihand ku li wî bajarokê Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîş û topbaranên Tirkiyeyê 20 dibistan wêran bûne.

Xidir Ilêwî her wiha da zanîn ku 3 hezar xwendekar li wan dibistanan hene lê ji ber ku dibistan têk çûne ew bê xwendin mane.

Berpirsê Dibistanên Til Temirê Xidir got jî ji ber êrişên Tirkiyeyê gelek dibistanên din tijî koçber bûne û xwendin li wan deran hatiye sekinandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst