Tirkiyeyê derbarê êrişa li balafirgeha Silêmaniyê daxuyanî da

19-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Êriş Dron Silêmaniyê Balafirgeha Erbetê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku “Hat zanîn ku di dema teqîna li balafirgeha Silêmaniyê de endamên Yekîneya Dijî Terorê ya YNKyê bi endamên PKK/YPGyê re perwede didît.”

Doh piştî nîvro li balafirgeha çandiniyê ya navçeya Erbetê ya Silêmaniyê teqîneke bihêz rû da.

Rêveberê Nahiyeya Erbetê Daban Mihamed ji Rûdawê re ragihand ku bi dronan êrişî balafirgehê hatiye kirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê wê êrişê de daxuyanî da.

Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê got ku ew liv û tevgera endamên PKK/YPGyê ya di korîdora navbera Sûriye û Îraqê de ji nêzîk ve dişopînin.

"Geşadan balê dikşînin"

Li gorî daxuyaniyê geşedanên derbarê teqîna 18ê Îlonê ya li Balafirgeha Erbetê ya li Silêmaniyê çêbû, balê dikşînin û wiha hat gotin:

“Tê fehmkirin ku di dema teqînê de endamên  Yekîneya Dijî Terorê ya YNKyê bi endamên PKK/YPGyê re perwerde dikir.”

"Hevkariya YNKyê xeter e"

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Yekîneya Dijî Terorê ya YNKyê bi hevkariya PKK/YPGyê tohmetbar dike û dibêje:

“Ev geşedan ji ber ku hevkariya YNKyê ya bi rêxistinên terorê re bi awayekî eşkere nîşan dide xeter e”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê got, “"Bi vê bûyera dawîn re car din hat zanîn ku tedbîrên me yên ji bo Silêmaniyeya ku hema bêje rêxistina terorê gelê wê dîl girtiye çiqasî girîng in.”

Herî dawî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê got, “Tirkiye ji her du hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê hêvî dike ku PKK û berdewamên wê wekî rêxistina terorîstî nas bikin.”

Duh duşemê, Balafirgeha Erbetê ya li Silêmaniyê hat bombebarankirin û li gorî amarên berpirsên Silêmaniyê 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya YNKyê şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst