ENKS û Mustafa Ozçelîk li Hewlêrê civiyan

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PWK Mustafa Ozçelîk ENKS Mihemed Îsmaîl Silêman Oso Feysel Yûsif Fesla Yûsif
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li Hewlêrê Rêvebirîya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ziyaret kir

Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl, serokê berê yê ENKSyê û endamê Komîteya Birêvebir a ENKSyê Silêman Oso, Berdevkê ENKSyê û endamê Komîteya Birevebir a ENKSyê Feysel Yûsif û endama Komîteya Birevebir ya ENKSyê Fesla Yûsif ji bo hinek hevdîtinan li Herêma Kurdistanê ne.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk doh li Hewlêrê, ew şandeya ENKSyê ziyaret kir.

Mustafa Ozçelîk, serokê nû yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl ji ber vê wazîfeya wî ya nû pîroz kir û serkeftin ji ENKSyê re xwest.

Mihemed Îsmaîl û heyeta ENKSyê jî ji ber wê seredanê spasiya Mustafa Ozçelîk kir.

Ozçelîk û şadeya ENKSyê derbarê xebatên xwe û rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê agahdî dan hev û bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.

Her du aliyan xwest ku pêwendiyên dualî bi hêz bibin û berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst