Li Agiriyê barana gur: Rê û kolan di bin avê de man

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan Bazîd Agirî Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê, şeva borî barana gur bariya û rê û kolan di bin avê de man.

Li Bakurê Kurdistanê her çiqasî heta niha li hinek bajaran germahiyeke zêde hebe û pile di ser 40î re bin jî li hinek bajarên Serhedê berf û baranê dest pê kiriye.

Li Bazîdê şeva borî barana gur bariya û di encamê de rê, cade û kolan di bin avê de man.

Herwiha ji ber barana boş pirsgirêkên trafîkê jî çêbûn.

Li navçeyê baran car caran disekine û piştre dîsa dibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst