Hewlêr - Pevçûna li ser zeviyan: Gelek kuştî û birîndar hene

10-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di pevçûna du malbatan de 2 kes hatin kuştin 5 kes birîndar bûn.

Li taxa Hewlêra Nû ya Hewlêrê saet derdora 18:00an du malbat li ser zeviyan pev çûn.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihandin, di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal ji cihê pevçûnê ragihand ku gelek polîs û hêzên asayîşê gihîştine cihê bûyerê pevçûn hatiye kotrolkirin.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst