Çekdarên Feyleq el-Şam malên 2 welatiyên gundekî Efrînê talan kirin

10-04-2023
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Feyleq el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê ketine malên 2 welatiyên Kurd li gundê Xezêwiyê yê herêma Efrînê û talan kirine.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihandiye ku çend çekdarên grûpa Feyleq el-Şam li gundê Xezêwiyê yê herêma Efrînê bi hinceta lêgerînê ketine mala welatiyê bi navê Omer Nezmî Cimo û dizî li malê kirine.

Li gor zanyariyên ku wê rêxistinê belav kirine, çekdaran li mala Omer Nezmî Cimo 3000 lîreyên Tirkî, 7 teneke zeyt û 2 telefonên destî dizîne.

Rêxistina navborî herwiha daye zanîn ku çekdaran gefa kuştinê li wî welatiyê Kurd xwarine eger giliyê wan bike.

Li gor heman çavkaniyê, çekdarên Feyleq el-Şam herwiha avêtine ser mala welatî Elî Rifet li Xezêwiyê û 600 Lîreyên Tirkî, telefoneke destî û çekek jê dizîne.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê de ye.

Ji wê demê de bi sedan binpêkarî ji aliyê komên çekdar ve di derheqê xelkê resen ê herêmê ku Kurd in, hatine kirin û tevî ku sazî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî û herêmî çendîn raport derbarê wan binpêkariyan de belav kirine, rê li ber wan binpêkariyên li Efrînê nehatiye girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst