Li Agirî 113 koçber hatin desteserkirin

10-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê di nav barhilgerekê de ku barê wê text bûne 113 koçber hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li navenda parêzgeha Agirî li xala kontrolê ji aliyê tîmên Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dij-Koçberan û Rêveberiya Şaxa Îstîxbarata ser bi Rêveberiya Emnî ya parêzgehê barhilgirek hat rawestandin.

Piştî pişkîninê di nav barhilgirê de 113 koçberên ku xwe di nav barhilgirê de veşartibûn hatine dîtin ku piraniya wan Efxanî ne.

Koçberên hatin desteserkirin piştî kar û barên yasayî bo Navenda Paşdeşandinê ys ser bi Rêveberiya Koç û Koçberan hatin şandin.

Li gor amarên Serokatiya Rêveberiya Koçê ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê heta 31ê Adara 2022ê 48 hezar û 751 koçber hatine girtin. Ji wan 24 hezar û 13 kes Afxanîstanî û 8 hezar û 198 jî ji Sûriyê ne.

Herçiqas Tirkiyê sînorên xwe bi çêkirina dîwarên ji betonê qayîm kirine, lê derbasbûna koçberên Efxanistanî ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e û rojane bi dehan koçber piştî sînor derbas dikin li navçeyên sînorê parêzgeha Agiriyê tên desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst