Rûdaw Dîjîtal ji bo Remezanê çalakiyeke cuda pêşkêş dike

10-03-2024
Nîşan Rûdaw Dîjîtal Remezan Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûdaw Dîjîtal îsal ji bo Remezanê li ser malper û platformên xwe yên torên civakî çalakiyeke cuda pêşkêşî şopînerên xwe dike.

Rûdaw Dîjîtal bi vê çalakiya xwe derfetekê dide şopînerên xwe da ku Remezanê ji xwe re bikin wêstgeheke karên baş.

Ji bo beşdarbûna çalakiyê divê tu ji roja yekem a Remezanê ve her roj çalakiya taybet a Rûdawê bişopînî ku ji çalakiyên jîngehî, mirovî, tenduristî û werzişê pêk tê.

Ji bo qeydkirina karên xwe, hûn rojane nîşaneyên berovajî li ser şablona taybet a Rûdawê datînin ku rojan wekî zincîrekê bi hev ve girê dide.

PDFa şablonê amade ye, tu dikarî wekî kaxiz li cem xwe bihêlî yan jî li telefona xwe tomar bikî.

Ji bo şablona taybet a Rûdawê, bitikîne.

Heke tu rojekê navberê bidiyê, zincîr xera dibe û tu nikarî çalakiyê bidomînî.

Dawiya Remezanê ew kesên ku bi awayekî birêkûpêk beşdarî çalakiyê bûne û belgeya wan heye ku vê mehê karên baş kirine, bi rêya pişkê tên xelatkirin.

Di nav çalakiyên ku tên xwestin de, “alîkariya bi hejar û cîranan re, alîkariya ajelên bêxwedî, pakhiştina xwezayê, dûrketina ji xwirek û şêriniyên netendurist” û gelek çalakiyên din hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst