Agir bi Herêma Pîşesaziyê ya Hewlêrê ketibû: Hatiye şewitandin

10-03-2024
Nîşan Herêma Pîşesaziyê ya Hewlêrê Şewat Asayîşa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Hewlêrê ragihand ku şewata li Herêma Pîşesaziyê ya Hewlêrê bi zanebûn hatiye derxistin.

Doh agir bi Herêma Pîşesaziyê ya Hewlêrê ya li bakurê bajêr ketibû.

Asayîşa Hewlêrê da zanîn, kesekî bi navê F. H. E. hatiye desteserkirin û ew li xwe mikur hatiye ku wî agir berdaye Herêma Pîşesaziyê.

Îbrahîm Xizirê xwediyê kargeha ku hatibû şewitandin got, “10 milyon dolar zerera min çêbûye.”

Parêzgariya Hewlêr berê ragihandibû ku agir ji ber arizayeke karebayê derketiye.

Asayîşa Hewlêrê destnîşan kir, “Şewat ne ji ber arizeyeke karebayê derketiye, kargeh bi zanebûn hatiye şewitandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst