Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cêlikanê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê dîmenên pezkoviyên ku bi hev re diçêriyan bi telefonê hatin girtin.
Li nêzîkî gundê Qoçeliyê yê Cêlikanê hinek welatî ji ber berfê asê man û tîmên AFADê çûn hawara wan.
Tîmên AFADê li ser rê rastî keriyê pezkoviyan hatin û dîmenên wan bi telefonê girtin.
Keriyê ku nêzîkî ji 30 pezkoviyan pêk dihat bi azadî û bê tirs li xwezayê diçêriya.
Li erdnîgariya çiyayî û daristanî ya di navbera Semsûr û Meletiyê de gelek pezkovî û karxezal hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse