Kûçikên birçî êrişî kerî kir: 36 serî pez mirar bûn

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Gever Colemêrg Kûçikên Birçî Kerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di êrişa kûçikên bêxwedî yên birçî de 36 serî pez mirar bûn.

Li gundê Şakistanê yê Geverê kûçikên bêxwedî êrişî keriyê malbata Oguzan kir.

Di êrîşê de 36 serî pez mirar bûn, 11 serî pez jî wenda bûn.

Xwediyê kerî Teoman Oguz diyar kir ku dema ew çûne nan bixwin, wan pezên xwe li ber çem xistiye mexel.

"Ev ajel debara jiyana me bûn"

Oguz da zanîn ku wê demê kûçikan êrişî kerî kiriye û wiha berdewam kir:

“Heta em gihiştin ber cem kûçikan 36 pez mirar kiribûn. Di kerî de nêzikî 100 serî pez hebû. 11 pezên me wenda ne.

Li ber çem di encama hewldanên dûvdirêj de me ajelên birîndar birin gund. Tîmên şaredarî û cendirmeyan hatin lêkolîn kirin. Em mexdûr bûn.

Em dixwazin piştgiriya pêwîst bê kirin. Ev ajel debara jiyana me bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst