Welatiyekî ji Cindirêsê: Nexweşxane tije term û birîndar in

10-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Cindirês Efrîn
A+ A-

Hewlê (Rûdaw) - Welatiyekî niştecihê bajarokê Cindirêsa Efrînê li Rojavayê Kurdistanê dibêje, navendên tendirustiyê û nexweşxaneyên li Cindirês û Efrînê tije term û birîndar in û ti cih bo birîndarên erdhejê nemaye. Bi gotina wî, li Cindirêsê gelek avahiyên hilweşiyayî hene ku heta niha bo rizgarkirina kesên di bin kavilan de tu hewl nehatine dayîn.

Rêzan Hiskê, welatiyekî xelkê Cindirêsê ji Radyoya Rûdawê re got, “ji sedî 90ê xanî û avahiyên li Cindirêsê hilweşiyane, lê ji bo rizgarkirina kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de ti xebat nehatine kirin.’

Rêzan Hiskê got, li Cindirêsê li gel ku nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li herêmê tijî birîndar in û cihê nexweş û birîndaran tune ye jî, elektrîk û av jî nîne.

Derbarê hewlên rizgarkirina qurbaniyan de, wî welatiyî got ku berevaniya sivîl a Sûriyê ku wek Kumspî tên naskirin, ligel xelkê deverê hewla rizgarkirina qurbaniyan didin.

Têkildarî pêdiviyên bingehîn ên xelkê li Cindirêsê jî, wî welatîyî got: “Niha xelkê Rojavayê Kurdistanê pir hewceyî çadir, xwarin û pêdiviyên rojane ne.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst