Çûyîna ser Çiyayê Gabarê 15 rojan hat qedexekirin

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gabarê Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çûyîna ser Çiyayê Gabarê yê parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê 15 rojan hat qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand Çiyayê Gabarê ya ku dikeve nav sînorên navenda bajarê Şirnexê û navçeya wê Basayê wekî “Herêma Ewlehiyê ya Taybet” hatiye diyarkirin û çûyîna ser wî çiyayî heta 15 rojan qedexe ye.

Qedexe dê roja 11ê Kanûna Paşîna 2024an dest pê bike û heta 25ê Kanûna Paşîna 2024an berdewam bike.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgiriya li ber tawanan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin ser Çiyayê Gabarê.

Çûyîna ser Çiyayê Gabarê herî dawî 26ê Kanûna Pêşîna 2023yan bi heman hincetan 15 rojan hatibû qedexekirin.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûnûhatinê tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst