Li Çiyayê Gabarê careke din qedexe hat ragihandin

11-03-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gabarê Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qedexeya çûyîna ser Çiyayê Gabarê yê Şirnexê careke din 15 rojan hat dirêjkirin.

Parêzgariya Şirnexê diyar kir, Çiyayê Gabarê ku yê dikeve nav sînorên bajarê Şirnexê û navçeya wê Basanê wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatiye ragihandin û çûyîna ser wî çiyayî heta 15 rojan qedexe ye.

Qedexe 11ê Adara 2024an dest pê dike û dê heta 25ê Adarê berdewam bike.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgiriya li tawan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin ser Çiyayê Gabarê.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûnûhatinê tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst