Nêrîna xelkê Rojavayê Kurdistanê derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî de

09-12-2020
Diyaloga Kurdî-Kurdî dîsa dest pê bikin
Diyaloga Kurdî-Kurdî dîsa dest pê bikin
Nîşan Diyaloga Kurdî-Kurdî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Piraniya xelkê Rojavayê Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku ji bo ew parçe parastî bimîne û ji bo paşerojeke geş pêwîst e Diyaloga Kurdî-Kurdî ya ji bo yekrêziya wê parçeya Kurdistanê divê bigihêje encamê.

Biryar e danûstandinên aliyên Kurdî dîsa dest pê bikin. Dema mehek û nîvê bû danûstandin rawestiyane. Nûnerên Amerîka yê taybet gihiştine Rojavayê Kurdistanê.

Derbarê danûstandinên aliyên Kurdî de, Rûdawê nerîna hejmarek ji xelkê wergirtiye.

Hinek ji wan dibêjin ku ew ne geşîbînin ku herdû aliyên Kurdî li hev bikin û ev danûstandin biçin serî, ji ber ku hinek alî girêdayî ajendeyên derve ne. Welatî dibêjin êdî ew westiyan e, û pêwîst e yekrêziya mala Kurdî hebe û herdû alî cidî bin.

Li ser pirsa “Hûn geşbînin ku herdû alî li hev bikin? Hûn çi ji aliyên Kurdî dixwazin?” beşek ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê wiha axivîn:

Dikanda Xesan Remezan: “Ez wek kesek ji vî welatî ti hêviyên min nîne ji danûstandinan. Berî me tiştek nedîtiye ku heta îro bibînin. Moralê me di bin sifrê de ye. Em her paşve diçin. Hemû hev dibînin, lê kes derdê milet napirsin. ”

Karker Îsam Uko: “Bi rasît ti hêviyên min nemane. Hinek alî çûne li otelan dema xwe derbas kirine û niha jî tên daxwaza kursiyan dikin. Min ne bawer e ku li hev bikin. Tişta çû çû... Niha dijminê me gelek in, Tirk dijminê me ne û yên derdora me jî dijminê me ne û em bixwe jî dijmînê xwe ne. Divê ev bibin yek, nabe li ser tiştekê bibin 50 serî.”

Cotkar Şêxmûs Bîco: “Aliyek hêj peywendiyên wan bi Tirkan re berdewam e û herwiha di nav Îtialfa Sûriyê de ne û ti rolekê wan nemaye. Ji ber vê yeê ti heviyên me ji danûstandinan nîne.”

Dikandar Ehmed Hesen: “Vê carê hinek hêviya me çêbûye ji ber ku Amerîka zextê li herdu aliyan dike. Em ji herdu aliyan dixwazin êdî yekîtiya xwe pêk bînin.”

16ê Hezîrana 2020, gera yekem yi danûstandinan bidawî bû. Herdu aliyan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş li hev kirine. Herdû aliyên Kurdî tekeziyê li ser yekrêziyê dikin. Em hêvî dikin yekîtiya xwe pêk bînin. Divê êdî ji bo vî miletê tiştekê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst