HEMRÎN - 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

09-11-2024
RÛDAW
Dîmenê dema êrişê \ Wêne û vîdei Rûdaw Grafîk
Dîmenê dema êrişê \ Wêne û vîdei Rûdaw Grafîk
Nîşan Çiyayê Hemrîn Kerkûk Diyale Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Operasyonan a Hevbeş a Îraqê ragihand ku komeke 4 kesî ya çekdarên DAIŞê hatin armanckirin û her 4 çekdar jî hatin kuştin.

Ofîsa Ragihandinê ya Fermandariya Operasyonab a Hevbeş a Îraqê li ser operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyonên wan ên li dijî DAIŞê berdewam dikin û dê hemû şikeftên DAIŞê ji holê rakin.  

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa operasyona Hemrînê jî hat kirin û wiha hat gotin:

"Hêzên me ji bo bidestxistina serkeftinên girîng û wêrankirina bingehên terorîstan û şopandin û têkçûna wan dê operasyonên xwe bidomînîn.

"Bi rêya bikaranîna îmkanên mirovî û meydanî, Fermandarîya Operasyonan a Hevbeş li Çiyayê Hemrînê 4 endamên DAIŞê tesbît kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, îşev saet 18:20an balafirên şer ên F-16yan ew çeperên ku endamên DAIŞê lê ne kirin armanc û her 4 endamên DAIŞê hatin kuştin û şikefta wan jî hat wêrankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê zanyariyên zêdetir paşê werin eşkerekirin.

Roja 22yê Çiriya Pêşîn Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser şerê li dijî DAIŞê daxuyaniyek belav kiribû.

Sûdanî ragihandibû ku “parêzgarê DAIŞê yê Îraqê” û 8 efserên pilebilind ên wê rêxistinê di operasyoneke “qehremanane û bêhempa” ya hêzên ewlehiyê de hatine kuştin.

Sûdanî diyar kiribû ku operasyon ji aliyê Hêza Dijî Terorê ya Neteweyî û bi hevkariya hêza operasyonên hevbeş a li Çiyayê Hemrînê li parêzgeha Selahedînê hatiye kirin.

Sûdanî behsa şerê li dijî DAIŞê jî kiribû û wiha gotibû:

"Terorîzm dê li Îraqê namîne. Heta ku axa me ji hovîtîyên wan bê paqijkirin, em dê şikeftên wan bigirin û wêran bikin.”

Çiyayê Hemrîn di navbera Diyale û Kerkûkê de ye û sînorê Herêma Kurdistanê û Îraqê diyar dike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst