Gewriye Akguçê 92 salî çima hat kuştin?

09-11-2023
Abdulselam Akinci
Gewriye Akguçê 92 salî çima hat kuştin?
Gewriye Akguçê 92 salî çima hat kuştin?
Nîşan Gewriye Akguç Suryan Midyad
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Karvedanên kuştina welatiyê Suryanî Gewriye Akguç berdewam in.

Termê Gewriye Akguçê 92 salî ku 6ê mehê li gundê Nehilê yê navçeya Midyadê ya Merdînê hatibû kuştin ji bo spartina axê ji Stenbolê re hat şandin. Heta xizmên wî ji Ewropayê werin cenazeyê wî naye veşartin.

Piştî kuştina Gewriye Akguç li gundê Nehilê û li gundên derdorê welatiyên Misilman, Suryan û cerdevan jî di nav de 15 kes hatibûn desteserkirin.

 Weke sedema kuştina Gewriye Akguç di nav xelkê Suryan ê Midyadê de du sedemên civakî tên axaftin lê ji ber ku lêpirsîn berdewam dike kes naxwaze wan angaştan bilêv bikin.

Cenazeyê Gewriye Akguç hîn nehatiye veşartin û li Stenbolê ye lê li Dêra Kûryakosê ya Nehilê şîna wî hatiye danîn û hêzên cendirmeyên Midyadê li gund tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Misilman û Suryan bi hev re di şînê de ne

Li Dêra Kûryakosê ya Nehilê şîna welatiyê Suryan Gewriye Akguç hatiye danîn û Metropolîtê Tûrabdîn Samûel Aktaş, keşe û kesayetên olî yên Xiristiyan tevî şêniyên Misilman û Suryan di şînê de beşdar in.

Gewriye Akguçê 92 salî di saet 22:00yê 6ê vê mehê di dema vegera ji mêvandariya cîranên xwe berî ku bikeve xaniyê xwe di hewşa mala xwe de rastî êrişeke çekdarî hatibû û bi pênc guleyan birîndar bibû.

Ew ji bo Nexweşxaneya Midyadê hatibû veguheztin lê tevî hemû hewlên bijîşkî wî canê xwe ji dest dabû.

“Qatilê zilamê min derxin ez tiştekî din naxwazim”

Hevjîna Gewriye Akguç, Edîba Akguçê anî ziman:

“Ez çûm hundir, ebbare heye, ez çûm hundir min bi mifteyê derî vekir, tizbîha xwe danî ser masê û min dît pênc telqe hatin teq, teq, teq te digot qey di xanî de ye.

Min baz da û min dît li erdê ye, xwîn ji serê wî tê. Min hawar kir û got werin apê we kuştin, xalê we kuştin.

Heta polîs hatin. Bi kesekî re şer nekiribû. Li wir xaniyekî xirabe hebû, tarî bû, tiştek xuya nedikir. Min ji parêzer re tiştên heyî gotin.

Dibêjin em ê meseleyê zelal bikin. Min got bes qatil derxin tiştekî din naxwazim. Bes ez ji we rica dikim qatilê zilamê min derxin ez tiştekî din naxwazim.”

Kuştina welatiyê Suryan di raya giştî ya Misilman û Xiristiyanên Midyadê de bûye cîhê nerazîbûnan.

Weke sedema kuştîna wî tu kes sedemeke teqez nişan nade lê welatiyên Suryan li ser du îhtimalên civakî radiwestin ku bûbe sedema kuştina Gewriye Akguç lê heta îfadeyên gumanbaran eşkere nebe kes naxwaze amaje bi ti sedemekê bike.

Serokê Weqfa Manastira Mor Gabrîel Kûryakos Ergun jî got:

“Gewriye Akguç ji mêj ve çûye Stenbolê, belkî ev 50 sal in li Stenbolê ye. Ev çend sal in vegeriyaye gund. Xaniyê xwe çêkir.

Li Midyadê ji xwe re xaniyek kirîbû. Ji bo zarokên xwe bûbû hincetek ku zarokên wî jî vegerin û xwedî li gundê xwe derkevin.”

“Du sedem hene”

Serokê Komeleya Çandê Ya Suryanan Anter Onar anî ziman:

“Du sedem hene dibe ku bûbin sedema kuştina Gewriye. Em li ser van her du sedeman disekinin lê ji ber ku di lêpirsînê de ye em niha nikarin bêjin sedem çi ye.

Înşalah di demeke gelek kurt de wê ev bûyer zelal bibe.”

Piştî bûyerê cendirmeyên Midyadê lêpirsîn da destpêkirin û ji gundê Nehilê û ji gundên derdora Nehilê  Suryan, Misilman û cerdevan jî di nav de 15 kesan hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên herî dawî piştî îfadegirtina gumanbaran her 15 kes jî hatine berdan û girêdayî bûyerê niha tu kesê desteserkirî nînin û lêpirsîn dewam dike.

“Malên xwe li ser navên xwe tapo dikin”

Parlementerê HEDEPê yê Mêrdînê George Aslan jî li ser bûyerê got:

“Ev tiştê ku vê dawiyê li gundê Nehilê bûye em nikarin ji kuştinên di salên 90î de bûne cuda bikin. Ev tişt plankirî ye û bi zanebûn hatiye kirin.

Em bêjin ên ku li pêşiya rantê ne, çetecîtiyê dikin ku ev tişt li hesabên wan nayê. Yanî Suryanî wa ye ji Ewropayê tên gundê xwe ava dikin, xwedî li erdê xwe derdikevin, malên xwe li ser navên xwe tapo dikin ev tişt li hesabên wan nayê.”

Cenazeyê Gewriye Akguc ji bo spartina bi axê ji Stenbolê re hat şandin û piştî hatina xizmên wî yên li Ewropayê merasîma veşartinê dê li Stenbolê were kirin û li wir were veşartin.

Niha pirsa di serê her kesekî de ya bêbersivek tekez ev e, Gewriye Akguçê 92 salî çima hat kuştin?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst