Li Midyadê jineke ji Rojavayê Kurdistanê hat kuştin

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Medya Mehmûd Midyad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê zilamekî hevjîna xwe ya xelka Rojavayê Kurdsitanê kuşt.

Li gorî Li navçeya Midyadê jina bi navê Medya Mehmûd a 28 salî ya xelkê bajarê Qamişloyê, ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê A. A. yê 36 salî ve bi kêrê hat kuştin.

Tê gotin ku hevjînê wê 10 kêr lêdane.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendursitiyê cenazeyê Medya Mehmûdê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Kujer ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kujer piştî îfadeyê veguhast dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst