Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Ekîtoyê hat pîrozkirin

01-04-2024
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Ekîtoyê hat pîrozkirin
Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Ekîtoyê hat pîrozkirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Suryan Kildan Aşûr Cejna Ekîtoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend deverên Rojavayê Kurdistanê, Cejna Ekîtoyê ya sala nû ya Aşûr, Suryan û Kildanan hat pîrozkirin.

Gelên Aşûr, Kildan û Suryan her sal 1ê Nîsanê,  Cejna Ekîtoyê wekî serê sala nû pîroz dikin.

Gelê her sal 1ê Nîsanê berê xwe dide xwezayê û bi vê helkeftê ahengan li dar dixe.

Îro li Rojavayê Kurdistanê ji bilî xelkê, berpirsên Rêveberiya Xweser jî Cejna Ekîtoyê pîroz kir.

Hevserokê Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hisên Osman got:

“Em bi hêvî ne îsal saleke xêr û xweşî û aramî û aştiyê be.

Herwia em dixwazin ev cejn bibe sembola pêkvejiyanê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê da ku em bigihên Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî.”

1ê Nîsanê Cejna Ekîtoyê ku yek ji cejnên herî kevn e, di serdema Sumer, Akad, Babîl, Aşûr, Aram û Kildaniyan de bi çalakiyên biheybet dihat pîrozkirin.

Cejna Ekîtoyê vejîna xwezayê, dewlemendî û jiyana nû nîşan dide.

Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Gelan a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman jî got:

“Em pîrozbahiya gelê Sûriye û gelên navçeyê û pêkhateyên wê yên kevnar bi hatina sala ya Sumer, Akad, Babîl, Aşûr, Aram û Kildaniyan dikin.

Bila salê xêr û xweşiyê bîne.”

Ahengên Ekîtoyê wekî semboleke olî ya pîroz li cem xelkê Aşûr, Kildan û Suryan 12 rojan didomin.

Li gorî dîroknasan, vê cejnê sala 5300î ya berî zayînê dest pê kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê berî şerê navxwe zêdeyî 100 hezar Asurî, Kildanî û Suryanî hebûn lê piştî şer û êrişên DAIŞê piraniya wan çûn derve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst