Dîlok - Otomobîl û mînîbus li hev qelibîn: 4 kes birîndar bûn

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê otomobîl û mînîbusek li hev qelibîn, 2 ji wan giran 4 kes birîndar bûn.

Li navçeya Îslahiyeyê mînîbusa ku B.Y. diajot li otomobîla ku D.Ç. diajot qelibî.

Di qezayê de kesên bi navê B.Y. D.Ç. A.K. û U.E.Y. birîndar bûn.

Tîmên parastina sivîlan B.Y. û AK.yê ku ji wesayîtê ku tê de asê mabûn rizgar kirin.

Tîmên tenduristiyê B.Y. û AK. birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyeyê.

Hate zanîn ku rewşa tenduristiyê ya B.Y. û AK. xerab e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst