Hevserokên Şaredariya Panosê yên HDPê hatin desteserkirin

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Panosê Desteserkirin Muşerref Geçer Emrah Kiliç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Şaredariya Panosê yên HDPê ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan îro Înê 9ê Hezîrana 2023an Hevserokên Şaredariya Panosê yên HDPê û Rêveberê Çavkaniyên Mirovan yê şaredariyê Ugur Laçin hatine desteserkirin.

Yek ji Hevserokê Şaredariya Panosê Muşerref Geçer li navenda bajêr û Emrah Kiliç jî li Stenbolê hatiye desteserkirin. Sedema desteserkirina hevserokan nehatiye zanîn û ew bo Rêveberiya Emnî ya navçeyê birine.

Li gor zanyariyan karûbarê wan yê yasayî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst