Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn bibe wesileya aramiya Kurdistanê

09-04-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Cejna Remezanê Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Remezanê peyamek belav kir û got, “Hêvîdar im ev cejn bibe wesileya aramî û aştiyê ji bo gelê Kurdistanê û hemû cîhanê.”

Serok Mesûd Barzanî bi peyameke nivîskî Cejna Remezanê pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Bi boneya hatina Cejna Remezanê ya pîroz, ez pîrozbahiyeke germ li hemû Misilmanên cîhanê, Îraq û Kurdistanê dikim.

Vê cejnê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê pîroz dikim.”

Serok Barzanî herwiha wiha hêviya xwe anî ziman:

“Di vê cejna pîroz de, ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku rojî û îbadetên hemû Misilmanan qebûl bike.

Hêvîdar im ev cejn bibe wesileya aramî û aştiyê ji bo hemû cîhan û herêma me û bextewerî û aramiyê ji bo gelê Kurdistanê bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst