Li Şirnexê qeza: 1 mirî, 3 birîndar

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kamyonetek wergeriya û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Îro Yekşemê 9ê Nîsana 2023an li ser rêya Şirnexê - Nisêbînê nêzîkê Taxa Turgutlu kamyonetek wergeriya. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê.

Li gor zanyariyan di encam de kesekî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne ku şofêr jî di nav de ye.

Herwiha 3 kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst