Li Meletiyê qeza: zarokekî 2 mehî canê xwe ji dest da

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Bakurê Kurdisanê Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Şîro ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistasnê otomobîlek ji rê derket û wergeriya, di encamê de pitikek mir û dayîk û bav jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, roja Yekşemê 9ê Nîsanê li navçeya Şîro ya Meletiyê li ser rêya gundê Başmezra otomobîlek ji rê derketiye û wergeriyaye û di zinarekê de werbûye.

Di bûyerê de zarokekî 2 mehî yê bi navê Ahmet Çelebî û dayîk û bavê xwe birîndar bûne.

Piştî ku ji bûyerê tên agahdarkirin, tîmên Berevaniya Şaristanî, tîmên tendirustiyê û cendirme diçin cihê bûyerê.

Li gor agahiyan, zarokê birîndar Ahmet Çelebî yê 2 mehî ku birînên wî giran bûne, tevî dayîk û bavê wî bo Navenda Tibê ya Turgut Ozal hatine veguhestin.

Hatiye ragihandin, tevî hemû hewildanên pizîşkî, zarokê 2 mehî Ahmet Çelebî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst