Li Amedê du mînîbus li hev qelibîn: 8 birîndar hene

09-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Amed Bûyera Trafîkê Sûra Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê di bûyereke trafîkî de zarok jî di nav de 8 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du mînîbus li hev qelibîn û di encamê de 8 kes birîndar bûn ku di nav de zarok jî hene.

Li gor agahiyan, li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê îro 9ê Temuza 2023an di demjimêrên piştî nîvro de mînîbuseke veguhastina kelûpelan û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn.

Di bûyerê de 8 kes birîndar bûn û tê gotin di nav birîndaran de zarok jî hene.

Li ser agahdarkirinî, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.

Piştî mudaxeleya despêkê ya tîmên tendirustiyê, birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst