SEMSÛR - Bijîşkê paraşûtvan bi ser zinaran de ket û mir

09-03-2025
RÛDAW
Nîşan Semsûr Bijîşk Paraşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê paraşûtvanê ku hewl dida bifire ji kendal bi ser zinaran de ket û mir.

Li ser Çiyayê Elî yê Semsûrê bijîşk û werzişvanê paraşûtê Mahir Kartalmişê 48 salî dema ku dixwest bi paraşûta xwe bifire ji kendal bi ser zinaran de ket.

Li ser agahdarkirina hevalên Mahir Kartalmiş tîmên tenduristiyê, tîmên rizgarkirinê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî xebata nîv saetekê Kartalmiş hat rizgarkirin û tîman ew bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Lê Mahir Kartalmiş tevî midaxeleya li nexweşxaneyê mir.

Tîman termê Kartalmiş bi armanca karên otopsiyê bir morga nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku Mahir Kartalmiş li parêzgeha Rihayê bijîşkê beşa Urolojiyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst