Dayikên 4 zarokan li pêş baregeha HSDyê dest bi grevê kir

09-03-2024
Hisên Omer
Nîşan Heseke HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên 4 zarokan li pêş baregeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a Hesekê dest bi grevê kir.

Ew malbat ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin.

Înas Osmana ku dayika keçeke bi navê Lava yê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew 4 roj in li pêş baregeha HSDyê ya li Hesekê ne.

Înas Osmanê diyar kir ku ew vegerandina zarokên xwe dixwazin.

Înas Osmanê da zanîn ku ew dayikên 4 zarokan in ku 3 ji wan keç in û got:

“Berpirsên ofîsê wenêyê zarokên me û belgeyên wan wergirt. Wan got ku dê ew vê mijarê bişopînin.”

Dayika Lavayê got ji ku aliyên pêwendîdar ji wan re gotiye ku heta niha ew negihiştine ti encaman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst