Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnex a Bakûrê Kurdistanê artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû ya li dijî PKKê kir.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand bi beşdariya 540 endamên hêzên ewlekariyê û cerdevanan oparasyona “Eren Dorpê/ Payîz-Zivistan-26” li sinorê parêzgeha Şirnexê dest pê kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navwe ya Tirkiyê di roja yekemîn a operasyonê de, ku bi êrişa hewayê ya operasyona Cendirmeyan, destpê kir, 8 şikeft û 11 stargeh li herêma Bestayê hatin tesbîtkirin.
Oparsyona navborî li devera Bestayê berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse