Li Urmiyeyê germava xwezayî bala geştyaran dikişîne

09-02-2025
RÛDAW
Germava xwezayî ya li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Germava xwezayî ya li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Germav Urmiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Germava xwezayî ya li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi ava xwe ya germ bala geştyarên ku ji sermaya zivistanê direvin dikişîne.

Dema ku germahiya hewayê dikeve bin sifirê, ava germavê li ser 30 pileyan dimîne û demeke xweş pêşkêşî mêvanên xwe dike.

Ew herêma ku bi xwezaya xwe ya bêhempa û cihên dîrokî tê naskirin,  germava wê bi taybetî jî ava wê ku tê bawerkirin şîfa ye.

Mesûd Rehîmniya ku çûye herêmê, ji Rûdawê re got, "Ez her sal pênc an şeş caran têm vê derê.

Bi taybetî di demsala zivistanê de cihekî pir xweş e. Gelek kes vê derê ziyaret dikin. Bi rastî cihekî gelek xweş e."

Ew germava xwezayî ya ku berê tenê ji aliyê xelkê herêmê ve dihat zanîn, di salên dawî de navdar bû û bû cihekî ku geştyarên biyanî diçin.

Rêberê geştyaran Loqman Şehabî, pesnê atmosfera germavê da û got:

"Bi rastî cihekî gelek xweş e, atmosfereke pir xweş heye. Ji her aliyê Îranê, ji Tehran, Kerec, Şîraz, Kirmanşan û gelek bajarên din kes tên vê derê."

Loqman Şehabî got jî, "Li vê derê di germahiya bin sifirê de, atmosfereke xweş heye.

Li gel hewayeke gelek sar û barîna berfê ya ecêb, heval li vê derê di nav ava germ de kêyfê dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst