Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Atomî ya Îranê li devereke çiyayî ya Xoyê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê kaneke ûranyûmê dikole.
Rêxistin hewl dide ku ew herêm bibe yek ji navendên herî girîng ên berhemanîna ûranyûmê ku ji bo pîşesaziya atomî madeyeke gelekî girîng e.
“Dê bibe stûneke hilberîna sotemeniyê”
Serokê Rêxistina Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî li ser kolana kana ûranyûmê got:
“Kapasîteya vê kompleksa pîşesaziyê dê ji bo me bibe stûneke hilberîna sotemeniyê.
Bi vê mebestê dê karibe bibe piştevanek ji bo plana hilberîna 20 hezar MW elektrîka ku ji enerjiya atomî tê hilberandin.”
Ji bo hilberîna enerjiyê di bernameyên atomî yên leşkerî an jî sivîl de, ûranyûm madeya xav a serekî ye û bi giranî ji kanan tê bidestxistin.
Ûranyûm li gelek deverên cîhanê peyda dibe lê beşeke biçûk ji kanan tê bidestxistin.
Kevirên kanên ûranyûmê têne hûrkirin û dibe madeyeke hişk a zer ku jê re dibêjin "keka zer".
Hebûna kanên ûranyûmê tê wê wateyê ku pîşesaziya atomî bêyî ku hewcedariya wê bi welatên din hebe dixebite.
Santrala atomî ya herî mezin a Îranê ku li bajarê Buşehrê ye, hîn jî sotemeniya xwe ji Rûsyayê dabîn dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse