Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesek bi guleyan hat kuştin.
Bûyerê şeva borî li taxa Seyrantepeyê rû da.
Li gorî agahiyan, dema Cengîz A. li ser rê dimeşiya hinek kesan gule rê reşandin.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Cengiz A. piştî midaxeleya pêşî ya tîmên tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hat kirin lê tevî hemû midaxeleyan jî ew ji mirinê nefilitî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse