Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl wekî serokê nû hilbijart.
Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Mihemed Îsmaîl wekî Serokê nû yê ENKSyê hat hilbijartin.”
Li gorî rêziknameya navxwe ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), xula serokatiyê tenê 6 meh in.
Di hilbijartinan de tenê Mihemed Îsmaîl namzed bû û wî dengên pêwîst bi dest xistin.
Mihemed Îsmaîl dê heta nîvê yekem a 2025an Serokê ENKSyê be.
Mihemed Îsmaîlê ku wekî Serokê nû yê ENKSyê hat hilbijartin û diyar kir ku ew dê di vê dema hestyar de ji bo yekitî û bicîhanîna mafên gelê xwe bixebitin.
Serokê nû yê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Îro bi dengê piraniya endamên Desteya Serokatiyê ku 8 kes in, wekî Serokê nû yê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê hatim hilbijartin.
Dema serokatiya min jî li gorî rêzika navxwe ya partiya me 6 meh in.”
Mihemed Îsmaîl li ser armanc û karên xwe yên paşerojê anî ziman:
“Em dê hewl bidin ku di vê dema hestyar de piştgiriya mafên Kurdan bikin û nûnerê rastîn ê gelê xwe bin.
Em dê di Destûra nû ya Sûriyeyê de ji bo bicîhanîna mafên gelê xwe gavên cidî bavêjin.”
Roja 5ê Hezîrana 2024an Silêman Oso wekî Serokê ENKSyê hatibû hilbijartin.
"Me hewl da xulê bikin yek sal"
Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso got:
“Em dizanin ev dem ji bo serokatiyê pir kurt e lê madem di rêziknameya navxwe de hatiye, divê em pêbend bin.”
Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso her wiha anî ziman:
“Me hewl da xulê bikin yek sal lê em bi ser neketin.”
ENKS sala 2011ê li bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin û hejmarek partî û alî tê de ne.
ENKS yek ji hêzên sereke yên Rojavayê Kurdistanê ye.
Di nava Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de gelek partî, kesayet û rêxistin hene.
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) her wiha di nava Îtîlafa Mixalefeta Sûriyeyê de jî cih digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse