Evîn Cumaa: Deriyê Bab El-Hewa bi rengekî siyasî tê bikaranîn

09-01-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Evîn Cumaa Deriyê Bab el-Hewa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Netewên Yekbûyî şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, ji bo 6 mehên din dirêj kir. Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê, Evîn Cumaa got “Di dema niha de Sûriyê di reweşeke aborî ya pir zehmet de derbas dibe. Em dikarin bibêjin şerekî aborî li dijî Sûriyê tê meşandin. Tenê deriyê ku ji alîkariya mirovî revekiriye Bab el-Hewa ye, ew jî bi rengekî siyasî tê bikaranîn.”

Li civîna Encûmena Asayişê ya Navdewletî, roja Duşemê 09ê Çileya 2023yan, biryara 2642 derbarê vekirîhiştina take damarê derbaskirina alîkariyên mirovî, bo navçeyên bakur û rojavayê Sûriyê, ango Deriyê Sînorî yê Bab El-Hewa, heta 6 mehên din, hate dirêjkirin.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê, Evîn Cumaa, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa girîngiya rêpêdana derbaskirina alîkariyên mirovî dike, ne tenê bi rêya Deriyê Bab El-Hewa, lê belê bi rêya Deriyê Til Koçer jî, ku nêzîka 5 milyon kesî, ji niştecî û koçberan, li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye, ku bi rêya Til Koçer bêne derbaskirin.

Evîn Cumaa dibêje “Di dema niha de Sûriyê di reweşeke aborî ya pir zehmet de derbas dibe. Em dikarin bibêjin şerekî aborî li dijî Sûriyê tê meşandin. Tenê deriyê ku ji alîkariya mirovî revekiriye Bab el-Hewa ye, ew jî bi rengekî siyasî tê bikaranîn. Herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê di bin dorpêçkirinekê de ye, miletê wê zehmetiyeke pir mezin dikşînin, çi ji aliyê avê de be, çi jî ji aliyê aboriyê de be, ji ber ku alîkarî jê re nayê û av li serê qutkirî ye. Çareseriya vê jî heger bixwazin alîkariyekê bi vî miletî re bikin vekirina deriyê Til Koçer e, ji ber ku tenê deriyê fermî ye.”

Evîn Cumaa ji Rûdawê re ragihand, ew banga xwe digihînin aliyên navdewletî yên pêwendîdar, ku Deriyê Sînorî yê Til Koçer jî, li ber derbaskirina alîkariyên mirovî vekin.

Evîn Cumaa got jî “Banga me ji bo komeleyên mafên mirovan, çalakvanên mafên mirovan ku dengên xwe bigihînin cihên peywendîdar ji bo vekirina vî deriyî û zilmek li heqê vî miletî neyê kirin. Ji ber ev deriyê sînorî take derî ye ku tu dikarî bibêjî alîkariya tendirustî, aborî û mirovahî dikaribin bigihînin miletê vî herêmê ku heta niha di zehmetiyeke pir mezin de derbas dibin.”

Roja Şemiyê 07ê Çileya 2023yan, 30 barhilgirên alîkariyên mirovî bi rêya Bab El-Hewa derbas bûn, weke dawîtirîn karwan di çarçoveya dema diyarkiirî de.

Lê di civîna roja Duşemê de, ew biryar heta 6 mehên din hate dirêjkirin, êdî derbaskirina alîkariyên mirovî dê berdewam bin, bi wê yekê, li gorî zanyariyên Neteweyên Yekbûyî, nêzîka 4 milyon û 100 hezar kesî, dikarin mehane sûdê ji wan alîkariyan bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst