Koçberan xwepêşandan li dar xist: ‘Em alîkariyê ji rejîm û Rûsyayê naxwazin’

08-08-2023
Loloxan
Koçberan xwepêşandan li dar xist: ‘Em alîkariyê ji rejîm û Rûsyayê naxwazin’
Koçberan xwepêşandan li dar xist: ‘Em alîkariyê ji rejîm û Rûsyayê naxwazin’
Nîşan Iblib Koçber Deriyê Bab el-Hewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Idlibê koçberên ku li kampên nêzîkî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê dimînin, li dijî girtina Deriyê Bab el-Hewayê xwepêşandan kir.

Li navçeya Seraqibê ya bakurrojhilatê Îdliba Sûriyeyê koçberan nerazîbûna xwe li dijî girtina Deriyê Bab el-Hewayê bi dirûşm û xwepêşandanan derbirî.

Xwepêşander dibêjin, vetoya Rûsyayê ya li Civata Ewlekariyê ya li dijî derbaskirina alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî di wî deriyê sînorî re çekeke ji bo kuştina Sûriyeyiyan e.

“Em miletekî hejar in, tiştek li ba me nîne”

Koçberê Sûriyeyî Elî Hemadê ku beşdarî xwepêşandanan bû got:

“Em îro li nav kampan ji ber zilma Rûsya û rejîmê koçber bûne. Em ji tirsa desteserkirinê hatin bakurê Sûriyeyê. Em bi vetoya Rûsyayê şok bûn ku li dijî derbaskirina alîkariyan bi kar anî.

Em miletekî hejar in, tiştek li ba me nîne, em di bin konan de dijîn, tenê pişta xwe bi alîkariyên navdewletî girê didin.”

Li bakurrojavayê Sûriyeyê zêdetirî 4 milyon Sûriyeyî ji 2014an ve bi alîkariyên Neteweyên Yekbûyî dijîn.

Niha bi girtina Deriyê Bab el-Hewayê re bi taybetî jiyana kesên ku di kampan de dijîn û koçberan ketiye metirsiyê.

“Em alîkariyê ji rejîm û Rûsyayê naxwazin”

Koçberê Sûriyeyî Cume Îd jî li ser vetoya Rûsyayê anî ziman:

“Em li dijî vetoyê ne ku rê li ber derbaskirina alîkariyan digire. Em hewl didin alîkarî bi rêya Bab el-Hewayê derbas bibin.

Mehek e alîkarî qut bûne, xelk nizanin dê çi bikin. Em alîkariyê ji rejîm û Rûsyayê naxwazin. Em ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku vê biryarê red bike û alîkariyan derbas bike.”

11ê Tîrmeha 2023an Rûsyayê li Civata Ewlekariyê li dijî projeyasaya Brezîlya û Swîsreyê ya ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya Deriyê Bab el-Hewayê veto bi kar anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst