Girtina Deriyê Bab El-Hewayê jiyana 4 milyon welatiyên Sûriyeyê xistiye metirsiyê

29-07-2023
Loloxan
Girtina Deriyê Bab El-Hewayê jiyana 4 milyon welatiyên Sûriyeyê xistiye metirsiyê
Girtina Deriyê Bab El-Hewayê jiyana 4 milyon welatiyên Sûriyeyê xistiye metirsiyê
Nîşan Deriyê Bab El-Hewa David Miliband
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtina Deriyê  Bal El-Hewayê yê di navbera Tirkiyê û bakurrojavayê Sûriyeyê ku take deriyê gihandina alîkariyên mirovî ye, jiyana 4,1 milyon welatiyên Sûriyeyê xistiye metirsiyê.

Deriyê Bal El-Hewayê ku alîkarên mirovî yên Neteweyên Yekbûyê tê re digihiştin kampên koçberan ji ber vetoya Rûsyayê zîdetirî du hefte ne hatiye girtin.

Barhilgirên ku berî 10ê Tîrmehê alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî ji bo kampên koçberan û kesên hewcedar derbasî bakurrojavayê Sûriyeyê dikirin, betal in.

"Em zêde dilgiran in"

Rêveberê Komîteya Rizgariyê ya Navdewletî David Miliband got:

“Em zêde dilgiran in ji ber bandora girtina deriyê sînorî. Xelkê bakurê rojavayê Sûriyê piştî karsata erdhejê nikare pêleke nû ji derd û êşan tehmûl bike. Raporên ku ji meydanê bo me tên wê yekê nîşan didin ku heta niha ti astengî li pêş karê me nînin.”

Rêxistinên mirovî û ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve hawara xwe digihînin Civata Ewlekariyê daku zû biryara dirêjkirina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî bidin.

Li gorî wan, wê xelk ji ber derengketina biryardanê  li kampan ji nêza û nexweşiyan bimire. Ew dixwazin jiyana xelkê sivîl û alîkariyên mirovî dûrî siyasetê bixin.

"Ez bi rastî, daxwazê ji Civata Ewlekariyê dikim bi karê xwe rabe"

David Miliband jî wiha diyar kir:

“Ez bi rastî, daxwazê ji Civata Ewlekariyê dikim bi karê xwe rabe, ew jî piştîvaniya yasaya mirovî ye da ku alîkarî bi rêya sînor berdewam derbas bibin.

Ne tenê di Deriyê Bab el-Hewayê re, herwiha ti behane nîne deriyê di navbera Sûriyeyê û Iraqê de jî girtî be. Divê alîkarî ji rojhilatê welat jî bigihin xelkê lê ez ne ew kesê kalfam im ku ev yek wê çêbibe.”

Di 11ê Tîrmehê de vetoya Rûsyayê ya li Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, dirêjkirina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî di Deriyê Bab El-Hewayê re rawestand.

Niha jiyana 4 milyon û 100 hezar welatiyên li bakurrojavayê Sûriyeyê ji ber vê yekê di bin metirsiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst